Benda 1. Aliyên Peymanê

FIROŞYAR:

Unwana wê: ANİMA PRODÜKSİYON REKLAM ORGANİZASYON YAYINCILIK SANAYİ TİCARET LİMİTED ŞİRKETİ

Edresa wê: BAĞCILAR MAH. EVRİM ALATAŞ CD. NO: 4 A ANİMA PRODÜKSİYON REKLAM ORGANİZASYON YAYINCILIK SANAYİ TİCARET LİMİTED ŞİRKETİ 21100 BAĞLAR DİYARBAKIR

Telefon: (+90) 412 502 27 35

Jimara Mersisê: 0178079912100002

E-Posta: [email protected]

KİRÎYAR:

Kirîyar

Benda 2. Mijara Peymanê

Mijara vê Peymanê li gorî hukmên Qanûna Derbarê Parastina Bikarhêneran ya bi jimara 6502 û Nîzamnameya Peymanên Dûredûr diyarkirina maf û pabendiyên aliyan e ku derbarê firotin û radestkirina wê mal/xizmetê de ne ku Kirîyar li ser malpera www.gumgumok.com ya Firoşyar li warê elektronîk sparîş kiriye û taybetmendiyên di Peymanê de hatî bi xwe ve digre û herwiha ku di peymanê de bihayê wî/wê hatiye diyarkirin.

Benda 3. Dîroka Peymanê

Ev du nusxeyên peymanê ku berê ji aliyê firoşyar ve hatine îmzekirin ji aliyê kirîyar ve roja ……… hatine îmzekirin û qebûlkirin.

Benda 4 Radestkirina Mal an Xizmetê, Ciyê girêdana peymanê û Awayê Radestkirina Mal/xizmet wê li wî edresî ……  ku kirîyar xwestiye radestî ….. bê kirin.

Benda 5.  Mesrefên Radestkirinê û Bicihanîna Wê

Mesrefên radestkirinê li ser kirîyar in. Heke firoşyar di malpera xwe de xuyanî kiribe ku pereyê radestkirinê ya wan kesan ku di ser wê lîmîta diyarkirî re tişt kirînê li ser firoşyar in an jî wê radestkirin herwe be ji ber qempenyeyê ye, wê gavê mesrefê radestkirinê li ser firoşyar in. Radestkirin wê zûtirê bê kirin heke stok dest bidin û pereyê malê xwestî bikeve hesabê firoşyar. Firoşyar piştî sparîşkirina mal/xizmet wê di dirêjiya 30 (Sî) rojan de mal/xizmetê radest bike û wî/wê heq heye ku bi ragihandineke nivîskî 10 (Deh) rojê dî vê demê dirêj bike. Gava bi awayekî pereyê mal/xizmet neyê dayîn an ew di qeydên benqeyê de bê betalkirin, firoşyar ji berpirsiya radestkirina mal/xizmetê rizgar dibe.

Benda 6. Peredayîna Li Berderî

Xizmeta peredayîna li berderî alternatîfekî peredayînê ye ku ji aliyê kompaniya kargoyê ve tê dabînkirin; tu pêwendiya wê bi firoşyar ve nîn e. Kompaniya kargoyê ji bo vê xizmetê 4.95 TL werdigire. Pereyê vê xizmetê li ser kompaniya kargoyê ye û ew li kirîyar nayê vegerandin gava lêvegerandin bê kirin. Firoşyar ji vê yekê ne berpirsyar e.

Benda 7. Daxuyaniyên Kirîyar û Pabendiyên Wî

Kirîyar xuyanî dike ku wî/wê li ser malperê ew pêşagahî ku Firoşyar lê danîne, xwendine û jê agahdar bûye û ev yek di warê elektronîk de teyît kiriye ku ev pêşagahî li ser taybetmendiyên mal/xizmetê di Peymanê de ne, herwiha li ser biha û awayê perepêdanê û heqê radestkirin û kargoyê ne. Kirîyar, bi teyîtkirina vê Peyman û Forma Pêşagahdarkirinê di warê elektronîk de, teyît dike ku wî/wê bi awayekî rast û temam ew agahî jî wergirtine ku van xalan bi xwe ve digrin: Ew edres ku divê berî girêdana Peymanên Dûredûr Firoşyar bide Kirîyar, taybetmendiyên sereke yên Mal/Xizmetê sparîşkirî, bihayê Mal/Xizmetê yê tevî bacan, agahiyên li ser peredayîn û radestkirinê û bihayê radestkirinê. Heke kirîyar Mal/Xizmetê di Peymanê de hatî bêyî ku kontrol bike wergire, berpirsyarî bi temamî ya wî/wê ye heke ew Mal/Xizmet eybdar û ziyanlêketî be yanê embalaj-diriyayî û şkestî hwd. be. Kirîyar wê qebûl bike ew Mal/Xizmet ku ew ji kompaniya kargoyê werdigire, ziyanlêneketî û sererast e. Piştî radestkirinê berpirsiyarî û ziyanên Mal/Xizmetê li ser Kirîyar in. Heke piştî radestkirina Mal/Xizmetê, qerta krediyê ya Kirîyar bêyî qisûra Kirîyar ji aliyê kesine nerayedar ve bi awayekî neheq û neqanûnî bê bikaranîn û ji ber vê yekê benqe û dezgeha fînansal pereyê Mal/Xizmetê nede Firoşyar, Kirîyar berpirsyar e Mal/Xizmetê di dirêjiya 3 (sê) rojan de li Firoşyar vegerîne bi wê mercê ku ew wergirtibe. Di van mercan de mesrefên radestkirinê li ser Kirîyar in. Kirîyar xuyanî û qebûl dike ku ew Firoşyar ji wan berhemên herwe ku ji ber promosyon an qempenyeyan Firoşyar radestî wî kirine, Firoşyar berpirsiyar nahesibîne û wê ji hemû daxwazan hertenê berhemsaz berpirsyar bihesibîne.

Benda 8 Daxuyanî û Pabendiyên Firoşyar

Berpirsyariya Firoşyar ew e ku mal/xizmetê di Peymanê de hatî bi awayekî qewî û bêkêmasî û li gorî taybetmendiyên di sparîşê de hatî diyarkirin û heke hebin tevî gerentîname û rêbera bikaranînê radest bike. Heke ev Mal/Xizmetê hanê wê radestî kesekî/dezgeheke dî bê kirin û ev kes û dezgeh nabe vê yekê qebûl neke, nabe firoşyar ji vê yekê berpirsyar bê hesibandin. Piştî daxuyaniya jêgerînê gehişt destê Firoşyar, ew dê di nav 14 (çardeh) rojan de pereyê Mal/Xizmetê û heke hebe ewraqa bihagiran lê vegerîne. Firoşyar bi hincetên maqûl, berî dema bicihanînê ya di Peymanê de biqede, dikare bi qalîte û bihayekî yeksan mal/xizmetê ji kirîyar re dabîn bike.  Heke Firoşyar wisa bizane ku bicihanîna mal/xizmetê ne mimkun e, ew dê Kirîyar bi vê yekê bihesîne berî ku dema bicihanîna peymanê biqede. Pereyê hatî dayîn û heke hebin belge wê di nava 14 (çardeh) rojan lê bêne vegerandin. Ji wan mal/xizmetên ku çi gerentîname heye çi gerentîname nîn e, yên nesaz û xirab dê ji Firoşyar re bêne şandin ku li gorî şertên gerentînameyê bêne sererastkirin; di van mercan de mesrefên radestkirinê dê li ser Firoşyar bin.

Benda 9. Navûnîşanên Wan Mal an Xizmetên Di Peymanê De Hatî

Cins û cureyê mal/xizmetê, mîqdar û merqe û model û rengê wê û bihayê firotinê tevahiya bacan tê de wekî yên di wesl/fetûreyê de ne ku beşekî sereke yê vê peymanê ye.

Benda 10. Bihayê Pêşîn yê Mal an Xizmetê  

Bihayê pêşîn yê mal/xizmetê di naveroka wê wesl/fetûreya nimûne de ku piştî sparîşkirinê wekî email û di wê wesl/fetûreyê de heye ku tevî berhemê ji kirîyar re hatiye şandin.

Benda 11. Bihayê Wadedar

Bihayê mal/xizmetê yê li gorî wadeya bihayê firotinê di naveroka wê fetûreya nimûne de ku piştî sparîşkirinê wekî email û di ya wê fetûreyê de heye ku tevî berhemê ji kirîyar re hatiye şandin.

Benda 12. Selef

Nabe ji wê rêjeya selefan ku her sal Hikumeta Komara Tirkiyeyê diyar dike û bi her awayî nabe ji %30 zêde be.  Kirîyar tenê beranberî wê benqeyê ku pê re dixebite berpirsyar e.

Benda 13. Planê Peredayînê

Heke kirîyar, bi qerta krêdiyê an bi qîst/teqsîdan tiştekî bikire, ew awayê teqsîdê ku wî/wê li malperê hilbijartiye li kar e. Di karê teqsîdkirinê de bendên wê peymanê ku kirîyar û benqeya xwediyê qertê girêdaye li kar in. Terîxa peredayînê ya qerta krêdiyê li gorî wê peymanê ku benqe û kirîyar girêdayê tê diyarkirin. Wekî dî, kirîyar dikare di kurteya hesabê xwe de ku benqe jê re dişîne hejmara teqsîdan û awayê  peredayînê bibîne.  Kirîyar her bi xwe beranberî benqeya perewergir berpirsyar e. 

Benda 14. Mafê Jêgerînê

Kirîyar, piştî radestkirina mal/xizmetê di nava 14 (çardeh) rojan de dikare mafê xwe jêgerînê bi kar bîne û ew mal/xizmetê ku kiriye lê vegerîne bêyî berpirsyariyeke qanûnî û sizayî li xwe bigre û tu hincetan nîşan bide.

Dema mafê jêgerînê bê bikaranîn:

a) Kirîyar, gava mafê xwe yê jêgerînê bi kar anî dê di nava 10 (deh) rojan Mal li Firoşyar vegerîne.

b) Ew mal ku dê di çarçoveya mafê jêgerînê de lê bê vegerandin divê tevî qutî û embalaj û heke hebin aksesûarên standart û berhemên ku tevî Mal wekî diyarî hatine dayîn jî bi awayekî temam û ziyanlêneketî lê bêne vegerandin. Gava Mal li Firoşyar tê vegerandin, divê orjînala wê fetureyê jî pê re lê bê vegerandin ku di dema radestkirina Mal de dane Kirîyar. Heke feture tu caran neyê şandin Baca Zêdebihayiyê (KDV) û pabendiyên qanûnî yên din lê nayên vegerandin.

c)Piştî bikaranîna mafê jêgerînê bi 14 (çardeh) rojan pereyê Mal wê li Kirîyar bê vegerandin bi awayê ku wî/wê daye.

Heke Kirîyar Malê ku lêvegerîne, bi wê kompaniya kargoyê ku di forma pêşagahdarkirinê navê wê hatiye û Firoşyar pê re peyman girêdaye ji Firoşyar re bişîne, heqê lêvegerandina kargoyê li ser Firoşyar e. Heke Kirîyar Malê ku lê vegerîne ne bi wê kompaniya kargoyê ku di forma pêşagahdarkirinê de navê wê hatiye û Firoşyar pê re peyman girêdaye bişîne, Firoşyar ne bepirsyar e ji heqê kargoyê û ji wê ziyanê ku wê di qonaxa şandinê de bigihêje Mal. Heke piştî erêkirina sparîşê, mafê jêgerînê di dirêjiya dema radestkirina Mal de bê bikaranîn, heqê lêvegerandina kargoyê li ser Kirîyar e.

Benda 15. Ew Halên Ku Dê Mafê Jêgerînê Nayê Bikaranîn

Mafê jêgerînê van halên jêrîn bi xwe ve nagre:

a) Peymanên derbarê wan mal û xizmetan de ku bihayê wan li gorî guherînên di bazarên fînansal de diguhere û kontrola wê ne di destê firoşyar de,

b) Peymanên derbarê radestkirina wan malan de ku li gorî daxwazên bikarhêner anko yekser li gorî pêdiviyên wî/wê têne amadekirin ku ji ber taybetmendiya xwe dest nadin lêvegerandinê û îhtîmala zû-xirabûna wan anko biserdeçûna dîroka bikaranîna wan heye,

c) Peymanên derbarê radestkirina wan malan de ku lêvegerandina wan ji aliyê tenduristî û hijyenîk ve ne guncan e ku piştî radestkirinê hêmanên parêzkar yên wan ên wekî embalaj û band û mohr û pakêt vebûne.

d) Peymanên derbarê wan malan de ku piştî radestkirinê tev li berhemine dî bûne û ji ber taybetmendiya wan ne mimkun e jê bêne veqetandin,

e) Peymanên derbarê pirtûk û qeydên dengî û rengî, bernameyên software û kereseyên serfê yên komputeran de ku li warê maddî hatine pêşkeşkirin û bikarhêner hêmanên parêzkar yên wan ên wekî embalaj û band û mohr û pakêtê vekirine.

f) Peymanê derbarê bicihanîna xizmetên di warê behîs û piyangoyê de

g) Peymanên derbarê wan xizmetan de ku bi erêkirina bikarhêner dest bi bicihanîna wan hatiye kirin berî ku dawî li dema mafê jêgerînê were.

h) Di peymanên derbarê wan xizmetan de ku yekser li warê elektronîk têne bicihanîn û malên nemaddî ku yekser radestî bikarhêner têne kirin û dema ev Mal/Xizmet ji wan Mal/Xizmetan bin ku nakevin warê Nîzamnameya Peymanên Dûredûr wê mafê jêgerînê nayê bikaranîn çima ku pêwendiya qanûnî ya Kirîyar û Firoşyar nakeve warê bendên Nîzamnameya Peymanên Dûredûr.

Benda 16. Deynderengxistin û Encamên Wê Yên Qanûnî

Heke kirîyar wî deynê xwe ku bi qerta krêdiyê kiriye dereng bixe, wê li gorî peymana qerta krêdiyê ku benqeya xwediyê qerta krêdiyê pê re girêdaye selef bide û berpirsyar be li beranberî benqeyê. Di vî halî de benqe dikare rêyên qanûnî bi kar bîne; ew dikare mesrefên ku wê bêne kirin û pereyê wekaletê ji Kirîyar bixwaze. Bi her awayî heke Kirîyar deynê xwe dereng bixe qebûl dike dê wê zerer û ziyana Firoşyar ku ji ber derengketina deyn pêkhatiye, qerebû bike.

Benda 17. Çareserkirina Lihevnekirinê

Di bicihanîna vê Peymana Kirînê ya Dûredûr de – heta wê nirxa ku ji aliyê Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ve bê ragihandin- Desteyên Dadwerên Bikarhêneran û Dadgehan Bikarhêneran rayedar in ku li wî ciyî ne ku Kirîyar Mal/Xizmet lê kiriye û lê dimîne. Di warê daxwazên bikarhêneran de desteyên dadwerên bikarhêneran yên bajar û bajarkan rayedar in li gorî wan lîmîtên jêr û jor ku di binbenda yekem ya benda 68. ya Qanûna Derbarê Parastina Bikarhêneran ya bi jimara 6502 de hatine diyarkirin.

Benda 18. Ragihandin û Peymana Delîlan

Ew jevrenivîs ku wê di çarçoveya vê Peymanê de her du alî bikin, ew haletên mecbûrî ku di mewzûatê de hatine diyarkirin ne tê de, wê bi riya e-mailê bêne kirin. Kirîyar, di wan nakokiyan de ku wê ji vê Peymanê biqewimin, qebûl û diyar û teahûd dike ku defterên resmî û qeyidên ticarî yên Firoşyar, ew agahiyên elektronîk ku wî/wê di databeys û serverên xwe de hilanîne û qeyidên komputeran wekî delîlên zerûrî û reha û taybet bihesibîne wekî peymana delîlan di çarçoveya vê bendê ku xwe dispêre Qanûna 193. Ya Muhakemeyên Hiqûqî.

Benda 19.Fetûreya ku li Bazirgan tê birîn û Erêkirina Vîrmana Hesabê Carî

Heke ew Kirîyar ku sparîşa di vê Peymanê de daye, bixwaze fetûreyê ne bi nav û hesabê xwe bi navê kompanî û/anko kesekî qanûnî yê dî (bi vê îbareyê ew bazirganê kesê rastîn jî tê de) pêkbîne, Kirîyar xuyanî dike ku ew qebûl dike agahiyên fetûreyê ku wî dane rast in, wî erê kiriye ku yekûna fetûreyan û yekûna deynan ku wê di hesabê carî de bi navê Kirîyar bêne pêkanîn, vîrmanî hesabê carî yê wê kompanî û/anko kesê qanûnî bê kirin û deyn li gorî hukmên temlîka metlûpan bi navê wê kompanî/kesê qanûnî bê pêkanîn ku unwana bazirganî û jimara bacê heye ku Kirîyar navê wan xuyanî kiriye. Kirîyar qebûl û xuyanî û teahûd dike ku heke unwana bazirganiyê ya wê kompanî û kesê qanûnî ku wî/wê fetûraya wê xuyanî kiriye, fermangeha bacê û jimara wê û navnîşan wê xelet be û ev kompanî/kesê qanûnî deynê xwe qebûl neke, ewê berpirsyariya vê yekê hilde ser xwe û zererên maddî û manewî yên Firoşyar ku ji ber vê yekê pêktên qerebû bike û ji vê yekê nagere. Vê gavê wê hikmên Qanûna Deynan û Qanûna Bazirganiyê bi kar bêne xistin çima ku Kirîyar ne bikarhêner e.

Ev Peyman ku ji 19 (nozdeh) bendan pêktê, ji hêla her du aliyan ve hatiye xwendin, roja …/…/20… ji aliyê Kirîyar ve li warê elektronîk hatiye erêkirin û girêdan û wisa bi kar ketiye.