MERCÊN RADESTKIRIN Û LÊVEGERADINÊ


Sparîşên we, piştî pere wan hate dayîn herî dereng wê di 3 rojan de bigihêjin destê kompaniya kargoyê.
Di van mercan de dê merc û dema radestkirinê biguhere: Di wan mercên awarte de yên wekî grev û lokavt, karesatên siruştî, raperîn û tevgerên gelî, xetera nukleerî, şer û dagirkirin û şoreş û şerê navxweyî, sabotaj û şewatê û herwiha ji ber rewşên ku ji kirîyar diqewimin wekî amadenebûna li edres, nebûna rayedarê kargowergir, barkirina wergir ji edres hwd.
Hûn karin bi nîşandana nasnameyeke resmî û îmzeyê sparîşa xwe ji xebatkarê kargoyê bistînin.
Gava sparîşa we hate radestkirin, divê hûn tevî rayedarê kargoyê pakêt xwe vekin û berhemê kontrol bikin. Gelek girîng e ku hûn vê yekê, bi taybetî di wan pakêta de bikin ku perçiqî û diryayîne, vebûne û şil bûne. Di rewşeke awarte de heke berhemeke nesererast bigihêje destê we, divê hûn pakêtê wernegirin û nivîsarekê bi rayedarê kargoyê bidin nivîsîn û bikin ku kompaniya kargoyê wê li me vegerîne.
Gava radestkirinê heke hûn amade nebin li wî edresê we diyarkirî, sparîşa we radestî kesê li edres tê kirin piştî konrtolkirina nasnameya wênedar û îmzekirina wî/wê.
Heke gava radestkirinê tu kes li edresê amade nebe, xebatkarê kargoyê dê agahdarînameyekê ji we re bihêle ku hejmara telefona kompaniya kargoyê tê de heye. Kargo ji nû ve ji vî edresî re nayên şandin, divê kirîyar wê ji şaxa kargoyê wergire. Piştî sparîşdayînê nabe kesê navê wergir bê guhartin.

 

 

MERCÊN LÊ VEGERANDINÊ
Herwiha heke berhemek hebe hûn dixwazin ji ber nesererastiya di çêkirinê de an ji ber kêmasiyeke dî  lêvegerînin, hûn dikarin piştî dema radestkirina berhemê bi 7 rojan me bi bihesînin û wê bigihînin me.
Hûn dikarin lêvegerandinê bi awayekî herwe bi kompaniya kargoyê ku em pê re dixebitin bikin.
Heke bi kompaniyeke dî ya kargoyê ku em pê re naxebitin bê kirin, wê heqê kargoyê li ser kesê rêkir be. Heke rêkir heqê kargoyê nede û lêvegerandina berhemê bi awayekî heqê wê li ser me be û bi kompaniyeke dî ya kargoyê ku em pê re naxebitin bê kirin, wê gavê mafê Gumgumokê heye ku heqê kargoyê ji pereyê lêvegerandina berhemê bibire.
Piştî we kargoya xwe şand, heke pêwîst bike, dibe ku bê xwestin hûn kodê şandîyê ragihînin. Bêzehmet hejmara şandiyê ya kargoyê veşêrin.

 

Piştî wergirtina sparîşa xwe hûn dikarin di nava 7 rojan de wê li me vegerînin.
Hûn dikarin derbarê lêvegerandinê de xwe bigihînin beşa me  ya alîkariyê û wê agahdar bikin û berhema xwe, tevî fetûreya wê bi kompaniya kargoyê bi şûn de bişînin ku dê heqê wê li ser me be. Gava daxwaza we gehişt me, ew dê bê helsengandin û hûnê bêne agahdarkirin bi riya e-mailê.
Divê qûtiya berhemê, embalaj û heke hebin aksesûarên wê yen standart bi awayekî temam û ziyanlêneketî di nava wî pakêtî de bin ku we li me vegerandiye. Lêvegerandina wan berheman nayê qebûlkirin ku ziyan li embalaja wan a orjînal ketiye, birîndar bûye û her çawa be ziyan lê ketiye ji ber bikaranîna wê. Lêvegerandina hemû cureyên software û bernameyan, QEWAN Û DVD Û VCD Û CD û kasêtan, kereseyên komputer û qirtasiyeyê tenê wê gavê tê qebûlkirin heke embalaja wan venebûbe, xerab nebûbin û nehatibin bikaranîn û ceribandin.

 

 

Piştî lêvegerandiya we gehişt me:Wê emaileke agahdariyê ji we re bê şandin û gava lêvegerandina we hate erêkirin, pereyê berhemê wê di nava 10 rojan de ku demeke qanûnî ye li qerta we ya krêdiyê bê vegerandin ku we pê pere daye.
Ev dem gava berhema we lêvegerandî gehişt me dest pê dike. (Ev yek mecbûrî ye ji ber Ragihandin Giştî ya Qanûna Şêwaza Bacan ya bi hejmara 385). Dema diyarbûna lêvegerandina we di ekstreya we de li gorî benqeya we diguhere. Heke lêvegerandina we dereng diyar bibe di qerta we ya krêdiyê de, hûn dikarin bi wê Hejmar Karkirinê ku me bi emaila agahdariyê ji we re şandiye agahiyên temam ji benqeya xwe wergirin.

 

 

MERCÊN PEVGUHARTINÊ
Em wan berhemên ku we ji ser Gumgumokê kirîne, her çi berhem be, bi yeke dî naguherînin.
Hertenê hûn dikarin piştî radestkirina berhemê di nava 7 rojan de berhemê li me vegerînin di çarçoveya wan mercan de ku me li jorê diyar kirine.
Digel rêz û silavên me,