Sparîşa min wê kengê were?

  •     
  • Berhemên ku we kirînê di wê demê de têne radestkirin ku li rûpela detayên hesab hatiye diyarkirin. Dema radestkirina berheman li beşa "Hesabê Min" "Sparîşên Min"berdest e.
  •     
  • Heke li ser berhemê nivîsa "wê di 24 saetan de li kargoyê be" hebe, sparîşa we wê di 24 saetan de li kargoyê be. Ev berhemên "TESLÎMATA BILEZ" in.
  •     
  • Kompaniya kargoyê wê bi SMSekê we agahdar bike dema sparîşa we kete qonaxa belavkirinê.
  •     
  • Piştî sparîşa we gehişt kargoyê hûn dikarin qonaxên kargoya xwe li beşa "Hesabê Min" li derpela "Kargoya Min Li Ku ye" jî bibînin.

Lêvegerandina berhemên min kirî wê çawa be?

• Qonaxên Lêvegerandinê:

1. Di beşa Hesabê Min de ku li ser gumgumok.com û aplîkasyona mobile ye herin ser "Sparîşên Min"

2. Li bûtona "Detay"an bitikînin û detayên sparîşa xwe bibînin.

3. Li bûtona "Daxwaza Lêvegerandina Hêsan Pêkbîne" bitikîne.

4. Berhema ku wê bête vegerandin û sedema wê diyar bikin. Heke ev berhem ji yekê bêtir bin divê hejmara wan jî bê diyarkirin.

5. Kargoya Xwe hilbijêrin.

6. Kodê lêvegerandina kargoyê li ba xwe binivîsin. Ev kod di rûpela "Sparîşên Min" de û di wê mesaja agahdarkirinê de heye ku bo emaila we hatiye şandin.

7. Fetûre û berhemên ku wê bêne vegerandin bixin pakêtekî. (Divê serê her teslîmatekê kodekî vegerandinê bête wergirtin û divê pakêt cuda cuda radestî kargoyê bêne kirin.)

8. Pakêt di nava 7 rojan de tevî kodê vegerandina kargoyê, bispêrin kargoya ku we hilbijartiye. Diyarkirina kod bes e, pêwîst nake hûn edresê lêvegerandinê diyar bikin. Heke 7 roj tê biçin, divê hûn ji nû ve kodekî wergirin.

Min fetûreya xwe winda kir. Xxx

Heke hûn nikarin wesl-fetûreya xwe peyda bikin, hûn karin bi wan 2 awayên li xwarê peyda bikin.

1. Tu dikarî di rûpela me ya Webê de ji rûpela Hesabê Min > Sparîşên Min > Detayên Sparîşê li "Fetûreyê Bibîne" bitikînî û fetûrayê peyda bikî.

2. Heke hûn daxwaza xwe ya fetûrayê bi riya li xwarê ragihînin emê bi emailê li we vegerînin.

Li vî bûtonê bitikîne û pêwendiyê dayne "Pêwendî"

  •     
  •  Ew kuponên daşikandinê ku Gumgumokê danîne wê ji nû ve li ser hesabê we bêne pênasekirin piştî karê betalkirin/lêvegerandinê.
  •     
  • Ew kupon ku ji nû ve hatiye pênasekirin di maweya bikaranîna mayî de li kar e. Hûn dikarin bihayê kuponên li ser hesabê xwe, tarîxa dawî ya bikaranînê û mercên kuponan li ser derpela Hesabê Min>Kuponên Daşikandinê peyda bikin.
  •     
  •  Ew kod ku di qempeniyên dezgehî yên digel hevkarên me de têne bikaranîn her bo carekê ne û ji nû ve nayên pênasekirin.

 

Kargoya Min Li Ku ye?

Gava sparîşa we gehişt kargoyê wê peyama agahdarkirinê ya "Gumgumok.com | Sparîşa we gehişt kargoyê" û SMSek ji kompaniya kargoyê ji we re bête şandin.

Piştî ev SMS û peyama agahdarkirinê gehişt we, hûnê bi du awayî kargoya xwe teqîb bikin:

  •     
  • Ji lînka "TEQÎBA KARGOYÊ" ku di nav peyama agahdarkirinê de ye
  •     
  • Hûn dikarin ciyê şaxa we ji lînka "Kargoya Min Li Ku ye?" peyda bikin.