Sepet

XWEZÎ BI WAN ROJAN

25 %
XWEZÎ BI WAN ROJAN
Satıcı : MORÎ ZAROK
15,00 TL
11,25 TL
Vergiler Hariç: 11,25 TL

En Geç 19-10-2021 Salı günü kargoda

Etiketler: XWEZÎ, BI, WAN, ROJAN

Min bêrîya hevalên xwe kiribû û min mitaleya
welatên ku lê dijîyan dikir. Fotografên xwe ji me re
dişandin, di kasetan de, qala rê, dar û mirovên wan
deran dikirin lê tu tişt cihê hevdîtina rû bi rû û hembêzkirina hev nedikir.
Min bêrîya hêkên boyaxkirî yên di roşanên
suryanîyan de didan me kiribû, malên wan her tim
paqij û xwarina wan jî xweş bû. Zû bi zû bi kesî
re pev nediçûn û bi aramî, bi zîzî karê xwe dikirin.
Xwedîyê rewişteke hilberîner û sinceke mirovane
bûn.
Min bêrîya civatên êzîdîyan kiribû. Pirteqalên
herî xweş ên dinyayê, pirteqalên ku êzîdî di batizmîya
xwe de didan me bûn. Goşt û savar û di ber re tirşik,
xweştirîn xwarina vê cîhanê bû. Roşanên wan mîna

dawetê, dawetên wan mîna roşanê bûn.  

Yorum Yap Lütfen yorum yazmak için oturum açın ya da kayıt olun.